06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê di çarçoveya projeyê Komeleya Perwerde Tûrîzm û Folklorê da perwerdeya çêkirina gopalan dan qursiyeran.
Di kursa ku 15 rojan dewam kir da 20 kursiyerî perwerdeya çêkirina gopalan temam kir û sertîfîkaya xwe sitand.
Refa Gokbulakê hosteyê gopalan der barê çêkirina astên gopalan da agahî da kursiyeran û diyar kir ku ji bo domandina destkiran projeyên wiha lazim in.
Gokbulak destnîşan kir ku kurs zehf kêr hat û got, "Qasî ku ji destê me tê me destkirê xwe hînî xwendekarên xwe kir û bi wan ra gopal çêkir."
Omer Tîmuçînê Serokê Komeleyê jî got ji ber eleqeya ku nîşanî kursê dan zehf kêfxweş in û ji hemû kesên ku keda wan tevlî vî karî bû ra sipas kir.