İbrahim Atmaca
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Wêranşehira navçeya Şanliûrfayê ciwan ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistîniyan bazdan.
Midûriya Navçeyê ya Xizmetên Ciwanî û Sporê û Komeleya Wêranşehirê bi navê "Seba Qudsê Bireve" li dar xist û nêzî 250 kesan beşdarî çalakiyê bûn û ji ber kompleksa sporê ya li taxa Yenîşehirê heta Kompleksa Sporê ya Şaredariyê di parkura 3 kîlomêtreyî da revîn.
Çalakiya revê ji bo protestokirin û balkişandina ser êrîşên Îsraîlê yên ku li Qudsê dibe ser Filistîniyan hat lidarxistin û tê da Erkan Kurtak bû yekemîn, Îdrîz Ozyilmaz bû duyemîn, Ahmet Edîp Dîrek jî bû sêyemîn.
Serokê Komeleya Wêranşehirê Murat Karadaş daxuyanî da û got ku ew ji bo protestokirina êrîşên ku li Qudsê tên kirin, civiyan.
Karataş diyar kir ku ew timî êş û kula ku Filistînî dikşînin wek ya xwe dizanin û wiha dewam kir, "Ji bo ku em bidin nîşan ku em ligel mezlûmên Filistînî ne, êşa wan wek ya xwe dibînin û balê bikşînin ser vê mijarê me çalakiya revê li dar xist. Gelê navçeyê û ciwanên me eleqeyeke mezin nîşanî revê dan."
Mustafa Aslanê ku revî jî diyar kir, ew seba bide nîşan ku ew ligel gelê Filistînê ye û loma revî û got ku ew her dem û di her mijarê da ligel wan e.