Abdullah Tel
12 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
SÎVAS
Navenda Tûrîzm û Sporên Zivistanê ya Çiyayê Yildizê ya li Sêwazê ji zivistana sala 2014-2015an vir va di xizmeta gel da ye her ku diçe zêdetir balê dikişîne ser xwe. Lewra ji ber taybetiya kêşa pîstên xweşiqitandinê, bilindahiya wan, ferqa kodê ya pîstê, curbecuriya pîstan, qelîteya berfê, dereng helîna berfê, sporên avê û çalakiyên havînê va li Anadoluyê ji nav deverên balê dikşînin ser xwe yek e.
Li Sêwazê di zivistana sala 2014-2015an da bi saya hevkariya Îdareya Taybet a Bajêr, Wezareta Çand û Tûrîzmê û Wezareta Spor û Ciwaniyê va Navenda Tûrîzm û Sporên Zivistanê ya Çiyayê Yildizê hat vekirin.
Cihê xweşiqitandinê bi qasî 58 kîlometre ji navenda bajêr dûr e û li wir 2 telesiyejên yek bi qasî 2 hezar û 226 metre û ya din jî bi qasî hezar û 636 metre dirêj e, teleskiya 804 metre dirêj e û gelek pîstên kaşûnê yên dirêjahiya wan curbecur in, pîsta naşiyan, pîsta xizangê, banta bi xwe diçe û tesîsên mekanîk ên wek t-barê hene.
Pergala berfa qestîqa, ronîkirina şevê û perqa cemedê ya ewil a Sêwazê ji bo kesên ji xweşiqitandinê hez dikin jî kêfxweşiyeke din e.
Li devera pîsta xweşiqitandinê otêl jî heye û mêvanên ku bên jî şeveder namînin û li gor terciha xwe kîjan odê bixwazin li wir tên ezimandin.