Abdullah Tel
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ADIYAMAN
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Adiyemanê (ATSO) Mustafa Uslu ragihand ku Wezîrê Zanist Teknolojî û Pîşesaziyê Faruk Ozlu wexta Adiyaman ziyaret kir got ku Çîga Adiyemanê wê di demeke kurt da belgeya îşareta erdnîgariyê hilde û xebatên di vê mijarê da jî li ber qedandinê ne.
Uslu daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew ji bo çîga Adiyemanê belgeya îşareta erdnîgariyê bistînin di sala 2015an da serî li Saziya Marqe û Patenta Tirk xistin.
Di axaftina xwe da Uslu qala mizgîniya ku Wezîrê Zanist Teknolojî û Pîşesaziyê Ozlu wextê bajêr ziyaret kiribû da kir û wiha pê da çû: "Ji bo me rûdaneke pir girîng e ku Çîga Adiyemanê bibe marqe û îşareta erdnîgariyê bidin Adiyemanê. Ji ber ku Wezîrê me jî ev mizgînî da em bi vê jî gelek şa bûn. Li bal vê ji bo tûyên navçeya Tûtê, tiriyê Besniyê û tiriyê Pêxember ê Golbaşiyê jî me serî lê da. Niha ya ku encam jê derket û di demeke kurt da emê belgeya wê hildin Çîga Adiyemanê ye. Gelek bajar dixwazin li çîkê xwedî derbikevin. Lê ji ber tehm û qelîteyê ez wisa difikirim ku Adiyeman vê heq dike."
Westayê çîgê (ecîn) Kenan Şîmşek jî got ku çîk êdî bi Adiyemanê ra bûye yek û ew dixwazin li Tirkiye û dinyayê nîşan bidin ku ev aîdê Adiyemanê ye.