Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlm dikevin vizyonê.
- "Mirina Xezala Pîroz"
Derhênerê fîlmê "Mirina Xezala Pîroz" Yorgos Lanthimos e û tê da Nicole Kidman, Colin Farrell, Barry Keoghan, Alicia Silverstone û Raffey Cassidy dilîzin. Di fîlm da çîroka hekîmekî ku tevî jin û zarokên xwe jiyaneke bextewar dijî heye. Piştî ku zarokekî ku bavê wî wefat kiriye nas dike bûyerên diqewimin di fîlm da hene.
"Mirina Xezala Pîroz" fîlmê tirs û dramayê ye û senaryo ya Yorgos Lanthimos û Efthymis Filippou ye.
- "Zilamê Ji Berfê"
Derhenerê "Zilamê Ji Berfê" Tomas Alfredson e û qala lêpirsîna dedektîfekî tê kirin.
Di fîlm da Rebecca Ferguson, Michael Fassbender, Toby Jones, J.K. Simmons, Val Kilmer, Chloe Sevigny, Charlotte Gainsbourg û James D'Arcy dilîzin û senaryo ya Hossein Amini, Peter Straughan û Soren Sveistrup e.
- "Justice League: Yekîtiya Edaletê"
Di fîlmê "Justice League: Yekîtiya Edaletê" da Gal Gadot, Henry Cavill, Amber Heard, Ben Affleck, Amy Adams, Jason Momoa, J.K. Simmons û Ezra Miller dilîzin. Di fîlm da piştî ku ji bona dinyayê talûkeyeke teze çêdibe Batman wek lehengekî jêhatî ekîba xwe kom dike.
Derhênerê "Justice League: Yekîtiya Edaletê" Zack Snyder e.
- "Tava Di Dilê Min Da"
Derhênera "Tava Di Dilê Min Da" Claire Denis e û fîlm di vekirina Mihrîcana Fîlman ya Cannesê ya 2017an da hatibû nîşandan. Di fîlm da qaça ressameke ku di eşqê da bi ser nakeve heye ku tim li eşqê digere.
"Tava Di Dilê Min Da" fîlmê komedî, eşq û dramayê ye û tê da Juliette Binoche, Xavier Beauvois, Josiane Balasko, Sandrine Dumas, Philippe Katerine, Alex Descas, Valeria Bruni Tedeschi û Gerard Depardieu dilîzin.
- "3 Dyê Wampîrê Biçûk"
Derhênerên "3 Dyê Wampîrê Biçûk" Karsten Kiilerich û Richard Claus in û tê qala çîroka "Rudolph"ê wampîrê ciwan yê dixwaze malabata xwe ji nêçîrvanê wampîran biparêze û "Tony"ê bala wî li ser tiştên tirsnak heye tê kirin. "3 Dyê Wampîrê Biçûk" fîlmê anîmasyonê ye.
- "Beginner"
Di fîlmê "Beginner" da qala şofêrê teqsiyê yê 60 salî ye û dixwaze ingilîzî Fêr bibe tê kirin. Di fîlm da Guven Kiraç, Bîrsen Durulu, Alî Uyandiran û Bulent Çolak dilîzin. Derhêner û senarîst Burçak Açik Uzen e.
- "Tu Bi Kê Ra Direqisî?"
Derhênerê "Tu Bi Kê Ra Direqisî?" Burak Aksak e û tê da Bînnur Kaya, Demet Ozdemir, Bora Cengiz û Nergis Ozturk dilîzin. Di fîlm da qala jineke dixwaze pirsgirêkên xwe bi saya reqsê ji bîr bike tê kirin. Di navbera jinikê û mamosteyê wê da bûyerên komîk diqewimin.
- "Hey Gidî"
Derhênera "Hey Gidî" Sîbel Tunç e û tê da Ahmet Kayakesen, Serdar Sezgîn, Îlay Erkok, Arzu Oruç, Burak Satibol û Ayhan Taş dilîzin. Di "Hey Gidî" da qala hin însanên ciwaniya wan salên 1980î da li Bayrampaşayê derbas bûye tê kirin.
- "Gunehên Me Yên Biçûk"
Derhêner û senarîstê "Gunehên Me Yên Biçûk" Mehmet Kutuk e û tê da Oguzhan Ulu, Bahar Dokur, Savaş Ozkul û Sumru Topuz dilîzin. Di "Gunehên Me Yên Biçûk" qala bûyerên tên serê hin însanên rastî hev tên.
- "Ayaz"
Derhêner û senarîsta "Ayaz" Dersu Yavuz Altun e û qala zilamekî ku ji hepsê derdikeve û zarokekî bêkes hildide cem xwe tê kirin.