Buğrahan Ayhan
01 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
Dengdayîna "Wêneyên Salê" yên di sala 2023yan da ketine ber objektîfa Ajansa Anadoluyê (AA) dest pê kir.
Ji nav 147 wêneyên herî bi bandor ên ku tesîr li rojeva Tirkiye û dinyayê kirin û di organên çapemeniya navneteweyî da gelekî hatin emilandin, "Wêneyên Salê" dê bên neqandin.
Di "Wêneyên Salê" da ya bûye kevneşopî û bi hezaran kes beşdariya dengdayînê dikin, taybet ji bo îsal bi sernavê "Erdhej: Hêvî" û "Xeze: Delîl" du kategorî lê hatin zêdekirin.
22 wêneyên der barê çîrokên erdheja 6ê Sibatê ya navend Meraş da bi sernavê "Erdhej: Hêvî" dê bo dengdayînê bên pêşkêşkirin.
Her wisa 25 wêneyên der heqê êrîşên rêveberiya Îsraîlê da yên di dirûvê "sûcê şer" da dê bi sernavê "Xeze: Delîl" bikevin ber dengdayînê.
Ji kategoriyên sereke di kategoriya "Hawirdor û Jiyanê" da 45, di kategoriya "Nûçe"yê da 30, di kategoriya "Spor"ê da jî 25 wêneyên bijarte hene.
Digel Tirkiyeyê ji Amerîkayê bigire heta Pakistanê, ji Ukraynayê bigire heta Okyanusa Arktîkê, ji Filistînê bigire heta Îskoçyayê û ji Efxanistanê bigire heta Peruyê milyonekî zêdetir wêne hatine kişandin û weşandin. Edîtorên wêneyan ên AAyê ji nava ew qas wêneyan, wêne neqandin û ev wêne wê bi jêrenivîsên bi Tirkî û Îngilizî va li tevahiya dinyayê seba dengdayînê wê werin pêşkêşkirin.
Kesên ku beşdarî dengdayînê dibin, çend wêneyan biecibînin, dikarin dengê xwe bidinê.
AAyê cara ewil di 2012an da dengdayîna wêneyan da destpêkirin. Her sal Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serî da wezîr, siyasetmedar, burokrat, werzişvan, hunermend û ji her girseyên civakê bi sed hezaran kes beşdarî dengdayîna wêneyan dibin.
Par 416 hezar û 746 kes beşdarî dengdayînê bûn. Dengdayîn wê li ser malpera înternetê ya "yilinkareleri.aa.com.tr" yê heta 31ê Rêbendana 2024an saet 17.00î dewam bike.