İbrahim Atmaca
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Li Başûrê Rojhilata Anadoluyê li deverên ku nêzî sînorê Sûriyeyê bi taybetî jî jinan ji bo bedewbûnê dest û rûyê xwe "deq" dikirin, lê ciwan êdî eleqeyê nîşanî deqê nadin.
Herî zêde jin eleqeyê nîşanî deqê didin. Di deqkirinê da tînin ava ziravê pêz û dêwêr ku jê ra "marara" tê gotin, dûyê lembeya xazê û şîr tevîhev dikin û bi derziyê va li ser dest û rû tê neqişandin.
Li Şanliûrfa û der û dora wê li ser dest û rûyê jinên ku emrê wan 60 û ser 60î ra ne tê dîtin, lê êdî ev deq tên jibîrkirin û radibin. Li herêmê ji jinên ku deqên wan hene ra "Medqûqe" tê gotin.
Senem Aydogduya 67 salî ku li taxa Kisasê dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê ji ber "parstina ji nezerê" dest û çena xwe deq kiriye.
Aydogduyê diyar kir ku dema ku ew ciwan bûye li herêmê deq gelekî berbelav bû û wiha dewam kir: "Wê demê her kesî xwe deq dikir. Kesên ku xwe deq nekirana dihatin şermezarkirin. Deq ku carekê hat kirin êdî tu carî jê naçe. Ez poşman nînim ku min dest û rûyê xwe deq kirin, lê vê gavê kes xwe deq nake."
Fatma Sagira 64 salî ku li navçeya Heranê dijî jî diyar kir ku wê ji bo bedewbûnê xwe deq kir û wiha dewam kir: "Em cahil bûn, her kesî xwe deq dikir, me jî xwe deq kir. Pir dijwar bû, min çend rojan êşa deqê kişandibû. Ji bo ku bavê min nexe şer, min çendîn rojan xwe veşartibû. Ez vê gavê poşman im ku min kir, lewra dibêjin "ji aliyê dîn va heram e'."
Aliye Taybogaya 70 salî ku li Selîmpinara navçeya Sîweregê dijî jî diyar kir, ji bo ku balê bikşîne wê di ciwaniya xwe da xwe deq kiribû û wiha axivî:
"Ez yeke qerqaş bûm, ji bo ku ciwan me biecibînin min xwe deq kiribû. Ez wê demê 15 salî bûm. Şivanê pez û berxan bûm. Min dît ku hevalên min kirine, min jî xwest ku ez bikim. Jinên ku hatibûn gund bi peretî em deq dikirin. Wê çaxê canê min êşiyabû. Meneya şiklan heye. Nîşana ku di kefa destê min da ye ji bo ku hêwiya min çênebe ye, lê ez wek hêwî çûm mala mêrê xwe."
Makbule Sunkara 70 salî jî got ku wê di xamatiya xwe da gelek cihên bedena xwe deq kirin, lê ew poşman e.
Sunkarê diyar kir, deq wê demê edet bû û wiha dewam kir: "
"Hinek dibêjin ku em ji bo nezerê xwe deq dikin, lê eleqeya xwe tuneye. Em wê çaxê cahil bûn, me nizanibû. Niha kes xwe deq nake, ciwan jî êdî eleqa xwe pê nakin, êdî wek şerm tê dîtin. Keçên xama jê hez dikirin û wê demê bi peretî bû. Bi derziyan çerm dihat qulkirin û wisa dihat çêkirin."
Ramazan Ozgultekînê ku li herêmê li ser kevneşopiya deqan lêkolînan dike jî got ku ev deq ji çanda Ereban tê û dîroka wê kevn e.