ŞANLIURFA
Di qezaya ku li Şanliurfayê çêbû de hêjmara miriyan derket 13an. Di qezayê de 9 kes jî birîndar bûn.
Li Şanliurfayê wesayîtek, wesayîteke betonê çêdike û minîbusek li hev qelibîn. Di qezayê de 13 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku plaqaya wê 55 SL 017, wesayîteke betonê çêdike û plaqaya wê 73 DD398 û minîbuseke ku plaqa wê 33 DGZ 31 li ser rêya Şanliurfa û Akçakaleyê taxa TOKÎyê li hev qelibîn.
Di qezayê de 13 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên mirî jê gelek sûrî ne.
Tîmên tenduristiyê û agrikuj birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Xebat tên kirin ku nasnameya mirî û birîndaran bên tespîtkirin.