Orhan Pehlül
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
- Li Besniya navçeya Adiyemanê Hakan Ozçetînkaya hosteyê yêmeniyan e. Ji ber ku berdestî ji xwe ra nedîtiye 2 sal e keça wî alîkariya wî dike.
Hakan Ozçetînkayayê 55 salî di dikana xwe ya 15 mêtreqareyî da pîşeyê bav û kalên xwe dike. Eceya keça wî ya 22 salî jî ji lîseyê mezûn bûye û ew û keça xwe di dezgeha xwe da rojê nîvendî 5 yêmeniyan çêdikin. Ozçetînkaya û keça wî li ser sparîşên taybet yêmeniyan çêdikin.

Hakan Ozçetînkaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku ev kar ji kalikê wî jê ra maye û hê bi eşq û şewq kêfa wî ji vî karî ra tê.
Ozçetînkaya got ku 40 sal e ew vî karî dike û wiha dewam kir, "Li Besniyê tenê ez vî karî dikim. Em dixwazin hinekên din jî vî karî bikin, lê tengasiya kesên bixebitin, heye. Ji ber ku min tengasî dikişand, keça min hat alîkariya min."

Ozçetînkaya wiha dewam kir, "2 sal ez û keça xwe em bi hev ra dixebitin. Li malê em bav û keç in, li dikanê têkiliya me ya hoste û çiraxtiyê heye. Em yêmeniyan dişînin bajarên der û dorê. Carinan jî kesên ji xerîbiyê tên navçeya me, yêmeniyan dibin welatên ku lê dijîn."
Ece Ozçetînkayayê jî got ku ew kêfxweş e ku bi bavê xwe ra di heman dikanê da dixebite.
Ozçetînkayayê got ku 2 sal e ew li ber destê bavê xwe dixebite û wiha dewam kir, "Ji bo ku ev pîşe neyê jibîrkirin, çi ji destê me tê, em dikin. Hosteyê min, bavê min e, lê li malê jî wekî hostayê min e, li dikanê jî wekî bavê min e. Ez kêfxweş im ku alîkariya bavê xwe dikim. Di heman demê da ev karê kalikê bavê min e, ez ê jî wekî bavê xwe nedim jibîrkirin."