Farjad beriya konsera ku dê îşev li Stenbolê bide, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew dixwaze emrê xwe yê mayîn li Tirkiyeyê derbas bike û wiha dewam kir: "Ji daxwazên min ên herî mezin yek jî ew e ku ez li Tirkiyeyê bimirim. Ez dixwazim li Tirkiyeyê bi cih bibim û ji bo vê jî min dest bi xebatên fermî kir. Ez bi taybetî dixwazim li Konyayê runêm. Sedema vê jî Mewlana ye, lewra ez ji berhemên wî gelek îstifade dikim. Dema ez bimrim jî dixwazim ku li nêzî gora Mewlana bêm veşartin."
Li Tirkiyeyê ji bo Farjad dibêjin zilamê ku kemanê dide giriyandin, ew jî li ser vê yekê sekinî û destnîşan kir ku ji bilî Tirkiyeyê li welatên din tu kes vê şibandinê bi kar nayîne û wiha pê de çû: "Welatên me ji hev dûr nîne lewra hisiyata her du welatan jî yek e û ji ber vê jî welatiyên vê derê li min xwedî derdikevin."
Farjad da zanîn derd û kesera ku li ser çanda her du welatan bi bandor e yek û axaftina xwe wiha domand: "Ev derd û keser di enstrumanên kevneşopiyên Tirkiyeyê de tên dîtin. Her du welat jî heta demekê di bin tundiyê de bûne û di dîrokê de gelek tiştên me yên hevpar hene. Îro Tirkiye li cihekî pir cuda ye, lewra êdî însanên li vê derê bi awayekî azad û demokratîk dikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Lê mixabin li Îranê ev rewş hê jî tuneye."
Farjadê ku ji ber şoraşa 1979an ya Îranê welatê bav û kalên xwe terikand û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi cih bû û diyar kir ku xerîbiyê li ser hêstên wî gelekî bandor kiriye.