GUMUŞHANE
Li Gumuşhaneyê hunermend û mamosteyê kemençeyê Murat Emre Yilmaz bi îhmalkariyê bû sedema şewatê. Dadgehê cezayê pereyan da wî lê ji ber ku Yilmaz nikaribû pereyan bide demekê di hepsê de ma.
Paşê qanûna Sepandina Serbestiya Venêrînî derket û Yılmaz jî jê sûd wergirt. Lê mehkemeyê cezayekî cuda da wî. Hunermendê kemençeyê Yilmaz li gor vî cezayî li Navenda Perwerde ya Gel a Arakliyê dersa kemençeyê dide xwenderakan û cezayê xwe wiha dikêşe. Yilmaz wê li vir 47 rojan dersa kemençeyê bide û cezayê xwe biqedîne.