Hunermendên ermenî yên welatiyên Tirkiyeyê berî 24ê nîsanê, ji bo yekîtiyê, bangewazî kir.
Wênekêş Aral Guler daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku hin bûyerên ku di ser re dem derbas dibe baş e ku mirov ji bîr bike.
Guler got ku di qirna 21ê de êdî hewce nake ku mirov bi tiştên wiha re mijûl be û dilê hev du ji bo tiştên wiha bişkêne û wiha dewam kir: "Divê însanê me ji hev du fêm bikin, ji hev du hezbikin, qedrê hev bigrin û hev du neşkênin. Çandina tovên dijminiyê tiştekî ne baş e. Dijminî tu caran bi kêrî kesî nehat û dê neyê jî."
Wênekêş Guler destnîşan kir ku gelê ermenî û tirk ji hev du cuda nînin, yek in û got: "Navê hemûyan Komara Tirkiyeyê ye. Eslê kesên ku li Tirkiyeyê dijîn çi dibe bila bibe, hemû welatiyên Tirkiyeyê ne."
Herwiha Guler li ser pêşniyaza "bila dîroknas ser bûyerên 1915an lêkolîn bikin" jî wiha axivî: "Encax dîroknasên ku azad bin dikarin heqîqatê binivîsin. Lewra ew nikarin derkevin derî rastiyê."
-Piştî 21 salan li bajarê xwe Diyarbekirê bi cih bû
Ûdî Yervant Bostanciyê ku 21 salan li Los Angelasa bajarê DYAyê ma, du sal berê vegeriya welatê xwe û li bajarê xwe Diyarbekirê bi cih bû. Bostanci got ku wî heta îro sitranên xwe bi kurdî, tirkî û ermenîkî gotiye.
Bostanci got ku ew di seranserê jiyana xwe de tim li dijî ji hev qetandinê sekiniye, wek hunermendekî jî her tim ji bo biratiya gelan û dostaniya însanan hewl daye.
Bostanci got ku di demên borî de hin bûyer qewimîne û mirov nikare wekî ku qet ew bûyer neqewimîbin tevbigere û wiha dewam kir: "Mirov bêje ev bûyer sed sal berê qewimîn û mirov ser wan binixumîne, ev nabe, ev şaş e. Ez digel pîr û kalekî ku di bûyerên 1915an de hemû xizmên wan mirine mezin bûm. Em nikarin bêjin 'tu tiştek nebû.' Cîranê me yên ku çand û baweriyên wan cuda bûn, hebûn. Dostên min ên Tirk çêbûn, hê jî hene. Lê divê em bibin yek û van birînan wisa derman bikin."
-Peyama Serokomar Erdogan
Bostanci bibîrxist ku Serokomar Erdogan par gava ku serokwezîr bû, der heqê bûyerên 1915an de peyamek weşandibû, ev peyam pir girîng e û wiha dewam kir: "Serokomarê welatekî rabû û ji bo ermeniyan wiha axivî, gelê ermenî bi vê axaftinê zehf bextewar bû. Serokomar ser saxî dabû gelê ermenî. Ev gaveke girîng e."
Bostanci got ku ermeniyên li Tirkiyeyê dijîn û yên dîasporayê wek hev nêzîkî bûyerên ku qewimîn nabin û wiha dewam kir: "Em bi gotinên kesên derveyî me re, eleqeder nabin. Lewra bi yên derve re ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê em birîna xwe bi xwe derman bikin. Memedê min, Eyşana min, Agoumê min em hemû li ser vê axa bi hev re dijîn. Qedera me yek e. Me bi hev du re şer kiriye, em bi hevdu re giriyan e. Me loqê nanê xwe parve kiriye."
Muzîsyen Garo Mafyan jî got ku divê dîroknas li ser van bûyeran lêkolîn bikin û wiha dewam kir: "Lêkolîna ser dîrokê ne karê min e ne yê yekî din. Divê dîroknas vî karî bikin."