27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
MARDÎN
Galaya filma "Dengên Mêrdînê" ya ku ji hêla Midûriyeta Muzeya Mêrdînê ve hatiye amadekirin, li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Mêrdînê hat kirin.
Fîlm ji hêla Fotomobîl û Muzeya Mêrdînê ve di salekê de hat kişandin. Xebatkarên muzeyê û dildaran jî piştgirî dan filmê. Di filmê de 3 newayên gel ên berê ji hêla 48 hunermendan ve bi kurdî, tirkî, erebî, suryanîkî û ermenkî hatin gotin.
Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan di galayê de axivî û di axaftina xwe de der barê xebatên muzeyê û fîlmê de agahî dan.
Di galayê de plaket dan kesên ku keda wan di vê xebatê de heye.
Piştî fîlmê ekîba muzîka Reyhanî stranên herêmî gotin.
Çêkerê fîlmê Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan, derhênerê filmê Cem Barişcan, derhênerê muzîkê yê filmê Mahir Mak û aranjor jî Kenan Yilmaz e.