08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 4ên ku wan xwemalî bi tevahî 10 fîlmê dikevin vizyonê.
Fîlma "Mumya" ya ku derhêneriya wê Alex Kurtzman dike û Tom Cruise, Russell Crowe, Sofia Boutella, Annabelle Wallis û Jake Johnson tê da dilîzin ew ê têkeve vizyonê.
Senaryona vê fîlmê Christopher McQuarrîe û Jon Spaîhts nivîsîn û tê da qala çîroka tehdîda li ser mirovahiyê ya Prenses Amunetê dikin.
- "Bêhnek"
Derhêneriya fîlma "Bêhnek"ê Christian Zubert dike û di fîlmê da Chara Mata Giannatou, Jordis Triebel, Benjamin Sadler û Apostolis Totsikas dilîzin.
Fîlma ku bi şirîkatiya Almanya-Yewnanistnê hat çêkirin senaryo bi destê Zubert hat nivîsandin, di fîlmê da qala rêwîtiya Elenayê tê kirin ku ji Yewnanistanê ji bo dîtina karekî diçe Almanyayê.
- "Jiyana Nehan"
Di fîlma ku qala piştî mirina Louîs Draxê ku ji qezayên mezin xilas bûye dike da Jamie Dornan, Sarah Gadon, Aaron Paul û Aiden Longworth dilîzin.
Derhêneriya fîlma xofê Alexandre Aja û herwiha senaryo jî Max Minghella hilda ser xwe. Muzîkên fîlmê jî Patrick Watson çêkirin.
- "Dojeha Vampîran: Dorpêç"
Dan Berk û Robert Olsen derhêneriya "Dojeha Vampîran: Dorpêç" hildan ser xwe û herwisa di kadroya lîstikvanan da jî kesên wekî Connor Paolo, Steven Williams, Nick Damici, Bonnie Dennison û Alan C. Peterson hene.
Fîlma DYAyê ku cureya wê tirs û aksiyon e, di dinyayeke ku dawî li şaristaniyê hatiye û wisa jî xayeya însanan bi tenê domandina jiyana xwe ye da derbas dibe.
- "Min Gelek Jê Hez Kir"
Derhêner û senarîstê fîlma "Min Gelek Jê Hez Kir" Erdogan Koç e. Serlehengên fîlma ku cureya wê dram e jî Emre Kanat, Aysu Alev Aygun, Umit Saglam, Huseyin Yaşar, Bilgehan Duman û Nergis Gulsum in.
- "Salur Kazan: Lehengê Bizorê"
Derhêner û senarîstê "Salur Kazan: Lehengê Bizorê" Burak Aksak e. Di fîlm da mijar bi qerfî li ser Çîrokên Dede Korkut hatiye avakirin.
Di fîlm da Mahîr Îpek, Devrîm Yakut, Onur Atîlla, Salih Kalyon, Erdal Tosun, Korhan Herduran, Oznur Serçeler û Burak Çîmen dilîzin.
- "11"
Derhêner Can Varol e û fîlmê tirsê ye. Di fîlm da keçeke nexweşiya otoskopiyê pê ra heye nahêle bê dermankirin û peyra bûyerên tevlihev diqewimin.
Di fîlm da Zeynep Gulay, Anil Can Yilar, Osman Cavci, Suat Înal, Cansu Şahîn, Ufuk Avci û Kristîna Ivanova dilîzin û senarîst jî Alî Cumhur Demir e.
- "Pisîk"
Derhêner Ceyda Torun e û belgefîlm e. Di belgefîlmê da çîrokên pisîkên li kuçe û kolanên Stenbolê hene.
Belgefîlm bi hevkariya Tirkiye û DYAyê hatiye çêkirin. Senarîst Alp Korfali û Charlie Wuppermann e û muzîkên belgefîlmê bi destê Kîra Fontanayê hatiye amadekirin.
- "Prenses û Beq: Sîxur Li Ser Kar in"
Derhêner Richard Rich e û fîlmê anîmasyonê ye. Di fîlm da serguzeşta Prenses Alise û hevalên wê heye.
- "Pêlen Bextewar: Pêlmanya"
Derhêner Henry Yu ye û fîlm cara duyemîn e dikeve vizyonê. Di fîlm da çîroka penguenên sorfê dikin dewam dike.