Nihat Kavşut
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm dikevin vîzyonê.
- "Wezîfeya Tarî"
Derhênerê "Wezîfeya Tarî" Jee-woon Kim e û tê da Byung-hun Lee, Yoo Gong, Kang-ho Song, Ji-min Han û Hee-soon Park dilîzîn.
Fîlm di salên 1920î da li Koreya Başûr a di bin dagirkeriya Japonyayê da ye derbas dibe û tê da çîrokeke sîxuriyê heye.
- "Korsanên Karayîpê: Tola Salazar"
Derhênerê "Korsanên Karayîpê: Tola Salazar" Espen Sandberg û Joachim Ronning e û tê da Johnny Depp serlîstikvan e û wek mayîn Javier Bardem, Orlando Bloom, Kaya Scodelario û Brenton Thwaites dilîzin.
Di fîlm da serguzeşta kaptan Jack Sparrow dewam dike û bi neyarê xwe "Kaptan Salazar" ra rû bi rû dibe.
- "Eşq û Şer"
Derhênerê "Eşq û Şer" Emir Kusturica ye û serlîstikvan Monica Bellucci ye.
Di "Eşq û Şer" da çîrokeke eşqê heye û di dema Şerê Bosnayê da derbas dibe.
- "Deha"
Derhênerê "Deha" Marc Webb e û tê da Chris Evans, Jenny Slate, Mckenna Grace û Octavia Spencer dilîzin.
Di fîlm da zilamekî ciwan xwarzê xwe yê şîr perwerde dike û çîrok li Florîdayê derbas dibe.
- "Navê Sibê Cuda Ye"
Derhênerê "Navê Sibê Cuda Ye" Moharram Zeinalzadeh û Mustafa Delazy e û tê da Volkan Keskîn, Zelal Dere, Firat Taniş û Metîn Keçecî dilîzin.
Fîlm li Edremita navçeya Wanê hatiye kişandin û bi şirîkatiya Tirkiye û Îranê hatiye çêkirin.
Di fîlm da çîroka şivanê dixwaze jina jê hez dike biparêze heye.
Muzîkên "Navê Sibê Cuda Ye" bi destê Mazlum Çîmen hatine çêkirin.
- "Toz"
Derhênera "Toz" Gozde Kural e û tê da Oyku Karayel, Beran Soysal, Muhammed Cangoren û Abdul Qadir Farookh dilîzin.
Fîlm li ser lêgerînekê ye û çîrok ji Stenbolê digihîje Efxanistanê.
- "Sînsîran: Eşqa Qedexe"
Derhênerê "Sînsîran: Eşqa Qedexe" Samet Çakirtaş e û tê da Şehmus Kartal, Pinar Guven, Bîlge Bîlge, Akin Ayvaz, Sebahat Adalar û Yaşar Alptekîn dilîzin û fîlmê tirsê ye.
- "Qetre"
Derhênerê "Qetre" Atakan Şatiroglu û Berkay Berkman e û tê da qala çîroka emlakfiroşekî tê kirin.
- "Bîlalê Dengê Azadiyê"
Derhênerê "Bîlalê Dengê Azadiyê" Khurram H. Alawî û Ayman Jamal e. Fîlm anîmasyon e û qala Bîlalê Hebeşî yê koleyê reşik tê kirin.
Fîlm yê Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî ye û di dengdayîna tirkî da Engîn Altan Duzyatan, Tamer Karadagli, Ayça Bîngol, Volkan Severcan û Ayhan Kahya hene.