28 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Hekkariyê teqemeniya ku terorîstan wek defik danîbû, hat teqandin û leşkerek şehît bû, 3 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, hêzên ewlehiyê rêya Hakkarî û Wanê kontrol dikir, lê di kîlomêtroya 30emîn da rastî teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê danîbûn hatin.
Dema ku hêzên ewlehiyê qabloyên teqemeniyê dibirîn, mensûbên rêxistina terorê bi kûmandayê va teqemenî teqand.
Di teqînê da leşkerek şehît bû, 3 leşker birîndar bûn. Leşekrên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê.
Li herêmê ji erdê û asîman va operasyon dan destpêkirin.
- Operasyonên li Şemdînliyê dewam dikin
Li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê ku li herêma Cedîkan û Samanliya li ser navçeya Şemdînliyê hatin tesbîtkirin, ji hewa û erdê va operasyon dewam dikin.
Hêzên ewlehiyê li Cedîkan û Samanliyê di operasyonan da 9 terorîst kuştin.
Duh li herêma Yeşîlova Gerdan Tepeyê jî di pevçûnan da 4 terorîst hatibûn kuştin.