Nihat Kavşut
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Herrana navçeya Şanliurfayê ya bi malên xwe yên qubeyên bikonîk tê zanîn bi "Projeya Çêkerina Bajêr" veguhere halê xwe yê dîrokî.
Li Herrana bermayiyên zanîngeha Îslamê ya ewil û Mizgefta Mezin a ji dema Emewiyan maye hene bi malên xwe yên qubeyên bikonîk bala tûrîstên biyanî û xwemalî dikşîne.
Amadehî tên kirin bi "Projeya Çêkerina Bajêr" Herran veguhere halê xwe yê dîrokî.
Temel Aycayê Qaymeqamê Herranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li navçeyê qederê 250 malên bi qubeyên bikonîk hene.
Ayca destnîşan kir 2 sal in li ser "Projeya Çêkerina Bajêr" dixebitin û got derket îhaleyê û niha firmaya îhale hilda xebatên plankirinê dike û wiha dewam kir: "Proje bi fînasmana Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê û Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê tê meşandin û Herranê li gor halê xwe yê dîrokî bê çêkirin."
Ayca diyar kir malên xera bûne jî wê bên temîrkirin cardin ji bo tûrîzmê bên vekirin û got ji sedî 50yê navçeyê dikeve ber projeyê.