Haydar Şahin
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
MUŞ
Zekî Yilmazê ku li Mûşê gavantiyê dike her roj bi bota lastîk va ji Çemê Muradê ra derbas dibe û heywanên xwe li aliyê din yê çêm diçêrîne.
Yilmazê ku li gundê Şenovayê gavantiyê dike her roj 50 serî dewarê xwe ji Çemê Muradê ra derbas dike û dibe mêrga li hemberî gund û diçêrîne.
Yilmaz bi xwe jî bi bota lastîk va derbasî hemberî çêm dibe.
Yilmaz got dema ku heywanan ji avê derbas dike carcaran talûke ser wan ra derbas dibin û wiha xivî: "Ez heywanan şebeqê dibim êvarê paşda tînim. Heywan qasî 50 metreyî di nav avê da dimeşin. Ez jî bi bota lastîk va ji çêm derbas dibim."
Gokhan Guvenê xwediyê dêwêr jî got ji ber ku li vî aliyê çêm mere tuneye heywanan lê biçêrînin loma dewarên xwe derbasî wî aliyê din yê çêm dikin.