14 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
KAYSERÎ
Hespên serberedayî yên ku li quntara çiyayê Erciyesê dijîn bala wênekêşan dikşînin.
Li Anadoluyê mirovan havînê ev hesp demekê ji bo kar û bar dixebitandin û zivistanê jî ji bo ku alif nedin wan ew berdidane çolê. Niha hespên serberedayî bala wênekêşan dikşînin û ew hewl didin ku wêneyên van hespan bikşînin.
Hespên serberedayî li quntara çiyayê Erciyesê, li taxa Soysalliyê, li sazlixa Hormetçiyê û li sazlixa Sultanê didebirin. Wênekeşên ku li çar aliyê Tirkiyeyê tên li vir ji bo ku wêneyên herî baş ên van hespan bikşînin gelek ked û hewlê didin.
- "Di turizmê de van hespan dixebitînin"
Wênekêş Nurî Çorbaciogluyê ku turîstan tîne herêma Hormetçiyê got ku hesp di çanda Anadoluyê de xwedî cihekî girîng in.
Çorbacioglu behsa van hespan kir û wiha axivî: "Gelê herêmê berê zivistanê ev hesp xwedî nedikirin û berî çolê didan. Havînê car din ew digirtin û ji bo kar dixebitandin. Lê di demên dawîn de li gundan ji ber ku hewcedariya karê bi hespan tê kirin nema, hesp li çolê serbest man. Hin gundî jî van hespan havîn û zivîstan xwedî dikin û paşê difroşin."
Çorbacioglu got ku li gund 300 hesp hene, di demên dawîn de hin kes ji bo ku li Kapadokyayê van hespan ji bo turîzmê bixebitînin wan dikirin û dibin.