23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
VAN
Li Keleya Çavuştepeya Wanê arkeologan îskeleteke hespan a 2 hezar û 800 salî ya ji heyama Urartuyan maye dîtin.
Doç. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji sala 2014an pê va li keleyê xebatên kolandinê tên meşandin.
Çavuşogluyê serokê xebatên kolandina keleyê behsa xebatên arkeolojiyê yên li herêmê kir û got bi van xebatan va der barê heyama Urartuyan de wan gelek agahiyên girîng bi dest xistine.
Çavuşoglu got hezar û 200 mêtro dûrî keleyê goristanek heye ku ev der bi qasî 200 salan ji bo kesên li keleyê û derûdora wê jiyane wek goristan hatiye emilandin.
Doç. Dr. Çavuşoglu anî zîman hestiyên ku ji vê derê tên derxistin der barê kevneşopiya Urartuyiyan a miriyan çawa defin dikin an çal dikin de agahiyê dide û wiha axivî: "Du cure çalkirina miriyan heye. Yek ji van ew e ku miriyan dişewitînin, axa wan dixin dîzekê û çal dikin. Ya duduyan jî ew e ku miriyan wek şiklê di zikê dayikê de li ser kêlekekê dirêj dikin û wisa çal dikin."
- "Nimûneyên ku ji îskeletê hatin hildan wê bên vekolîn"
Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Hakan Yilmaz jî got wan îskeleteke hespan a 2 hezar û 800 salî ya ji heyama Urartuyan maye dîtiye û wiha axivî: "Li kêleka îskeletê hespê gelek bizmarên bronz û hesin ên ku xirab bûne jî hatin dîtin. Mixabin xeznegeran berê li vir erd kolane û ev der xirab kirine. Li gor me ev hesp hespa kesekî payebilind an jî ya rêvebirekî ye û dema ew miriye hespa wî jî bi wî re çal kirine. Nimûneyên ku ji îskeletê hatin hildan wê bên vekolîn û wê bê tespîtkirin ku bê ka temenê hespê, cinsê wê çi ye."