15 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
QERS
Li Sarikamişa navçeya Qersê hespên xweşiqitandinê ji bo demsala nû amade ne.
Canîp Vanliyê ku li taxa Tepeyê bi karê xweşiqitandin û nelbantiyê mijûl dibe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo demsala nû wan amadehiyên xwe yên zivistanê temam kirin.
Vanli got ku ew ji bo ku hespên wan li ser berfê rihet û bêbela bimeşin nal dikin û wiha axivî:
"Zivistanê em nalên biqence piyê hespên xwe dixin. Havînan jî nalên rast li piyê wan dixin. Ev li gor demsalê diguhere. Bi saya nalên biqence hesp rihet û bêbela dimeşin. Turîstên mêvanên me jî bi saya van qenceyan rihet li hespan siwar dibin. Em niha li heviya turîstan e, êdî sezon vebû, bila kerem bikin, werin."
Li Sarikamişê 20 hespên xweşiqitandinê hene. Her sal gelek turîstên biyanî û herêmî tên Sarikamişê û li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê xwe dişiqitînin û kêfa berfê derdixin.