24 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
MÛŞ
Li Milazgira navçeya Mûşê wê di 25-26ê tebaxê de 946emîn salvegera Serkeftina Milazgirê bê pîrozkirin. Ji bo vê pîrozbahiyê gelek amadehî tên kirin ku yek ji wan jî tîma Akrobasiyê ya Êrîşberên Anadoluyê wê bi hespên ereb û îngilîz va xwepêşanekê bikin.
Pirozbahî ji hêla Qaymeqamtiya Milazgirê û Weqfa Tîravêjiyê ya Tirkiyeyê va tê lidarxistin.
Tîma Akrobasiyê ya Êrîşberên Anadoluyê ya girêdayî Komeleya Kluba Werzişê ya Tîravêjiya Siwarî a Kapokdayayê amadehiyan dike ku bi hespên îngiliz û ereb va xwepêşanekê bike.
Pîrozbahî wê li Qada Serkeftinê ya 1071emîn a ku li taxa Saftekînê bê kirin.
Wezîfedaran hesp anîn meydanê ku werzişvan ji bo roja pîrozbahiyê antremanan bikin.
Îzzet Başarê Serokê Duyemîn ê Komeleyê û rêvebirê tîma akrobasiyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ewê ji ber pirozbahiyê li ser hespan akrobasiyê bikin.
Rahiner Tugçe Dedeyê jî got ev cara duyem e ew hatiye Milazgirê û ji ber vê him kêfxweş e û him jî bi kelecan e.
Sîbel Cazgira yek ji avakera komeleyê ye jî got ew ji Nevşehirê hatine û wiha axivî: "Gelempêrî akrobat ji dervayî welêt tên, lê ji bo ku em nîşan bidin ciwanên me çiqasî bi qabiliyet in me komeke akrobasiyê ava kir. Ji bilî vê em tiravêjiyê jî dikin. Werzişvanên me yên ku bûne yekemîn, duyemîn û sêyemîn hene. Tîma me ji 13 kesan pêk tê. Emê di dahatuyê de ekîba xwe mezintir bikin."