Fatih Gazioğlu
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
DİYARBAKIR
Kelha Zerzevanê ya ku di sînorê Çinara navçeya Diyarbekirê de dimîne di çarçoveya "Projeya ICORP On The Road" ê ya ku ji aliyê Konseya Sîtan û Abîdeyên Navneteweyî (ICOMOS) tê amedekirin wê di festîvalên navneteweyî de bên nîşan dan.
Kelha Zerzevanê ji navçeya Çinarê 13 kîlometre dûr e û dikevê nêzî taxê Demîrolçekê. Kelha Zerzevanê di dema Împaratoriya Romayê wekî herêmeke leşkerî hatibû bikaranîn.

Li Kelha Zerzevanê ji sala 2014an vir var bi arîkariya Wezareta Çand û Turîzmê, Muzeya Diyarbekirê, Walîtî, Şaredariya Çinarê, TURSAB û Zanîngeha Dîcleyaê va xebatên arkeolojîk lê tên kirin.
Kelha Zerzevanê li ser 60 donim erdê hatiye çêkirin û li ser sûrên qasî 200 mîtro hatine çêkirine hene. Li kelhê kuleyeke parastinê, dêr, gelek awahî, depoyên dexl û çekan, di bin erdê da ciyê îbadetê, sitrageh, goristanên bikeviran hatine çêkirin û qenalên avê 54 sarnicên avê tê de hatine çêkirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navneteweyî ya ICOMOS û Sekretera Giştiyê ICORPê Prof. Dr. Zeynep Gul Unalê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku projeya kişandina belgefîlman wan li Nepalê dabû dest pê kirin.
Unalê got ku ew bi taybet ciyên dîrokî yên ku xirabûne û piştra bi çîrokeke serkeftî navdar bûne dikîşine belgefîlman û wiha got:
"Di sala 2015an di erdheja Nepalê de newala Katmanduyê zirarek mezin dîtibû. Li wê derê demekê kin da bi arîkarî û xebat gel hin tişt hatin kirin. Em jî çûn wê derê û me xebatên ku li wê derê hatin kirin kişandin. Di çarçoveya projeyê de niha rawestegeha me Kelha Zerzevanê ye. Ev kelh beriya çend sedsalan xirabûye û beriya 4 salan bi saya xebatên kolandinê derketiye holê. Ev ji bo pêşveçûna herêmê gelekî baş bûye."

Unalê got ku ew ê li kelhê 2 rojan vîdoyan wê bişînin û wiha dewam kir: "Em ê dumahiya Hezîranê 2 beşan bidin û weşana ewil jî em ê li ser malpera ICOMOSê bikin. Belgefîlma me wê bi Îngilizî be. Em ê 12 zimanên herêmî jî bikarbînin. Di çarçoveya projeyê de di demekê kin de em ê herin Hindistan, Malî û Efxanîstanê û li wan deran jî bikişînin."