KARS
Koşka Katerînayê ya ku di sala 1896an de ji aliyê Çarê Rûsan Nîkolayê 2yemîn ve li navçeya Sariqamîşa Qersê hatiye çêkirin, piştî ku restorasyona koşka ku bê bizmar hatiye çêkirin temam bibe, tê plankirin ku wek otêla bûtîk bê bikaranîn.
Piştî Şerê Dewleta Osmanî û Rûsan, herêm bi qasî 40 salan di bin kontrola rûsan de ma û koşk di wê heyamê de bi stîla mîmariya baltikê hat çêkirin. Koşka ku li Taxa Kazim Karabekirê ye, demekî dirêj di nav herêma leşkerî de ma, piştî ku xebatên restorasyonê temam bibin dê ji bo tûrîzmê bê vekirin.
Midûrê Tûrîzm û Çandê Hakan Doganay daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo nûkirina koşka 18 salî dest bi xebatan kirin.
Doganay got ku koşk ji darên çamên zer ên ku di 80 pîleyî de hatine pehtin û bi awayekî ku wek keziyan ketine nav hev, hatiye çêkirin, li tenişta koşkê koşkeke dîrokî ya ku wek koşka Şîşman tê zanîn jî heye.
Doganay destnîşan kir ku 21 odeyên koşka Katerînayê hene, odeyên avahiya din jî 7 heb in.
Doganay diyar kir ku piştî ku koşk hat restorekirin dê bibe otêla bûtîk a herî xweş a herêmê û Kafkasyayê. Doganay destnîşan kir ku ev xebata ku tê kirin dê bandorê li mîmariya Sariqamîşê û jimara tûrîstên ku tên navçeyê bike.