SÎÎRT
Atmosfera erênî ya ku bi pêvajoya çareseriyê li herêmê çêbû, bandorê li jiyana civakî ya welatiyan jî dike.
Bi saya atmosfera aramiyê ya ku li Herêma Başûrê Rojhilatê pêk hat, jiyana mirovan a civakî jî rengîn bû. Piştî pêvajoyê eleqeya gelê Sêrtê jî li ser cil û bergên kurdan zêde bû, ji ber vê yekê jî jimara atolyeyên dirûnê zêde bûn.
Welatiyan bi salan bi hinceta ku cil û bergên kurdan ên berê wek nîşaneya rêxistinê dihat dîtin, li navenda bajêr cil û bergên kurdan ên berê li xwe nedikirin. Welatî bi pêvajoyê re êdî van cilan li xwe dikin û eleqeya li ser van cilan piştî pêvajoyê zêdetir bû. Welatî di dawet, cejn û rojên taybet de cil û bergên kurdan ên berê tercîh dikin.
Şerîf Ûlûg ji Stenbolê ji bo ku li Sêrtê atolyeya wergirtinê ava bike, hat Sêrtê. Ûlûg daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî pêvajoya çareseriyê ji bo ku cil û bergên kurdan bidûrin, hatiye bajêr.
Yöresel kıyafetlere ilginin arttığını atölyede bu talepleri karşılamaya çalıştıklarını kaydeden Uluğ, şöyle dedi:
Ûlûg got ku eleqeya li ser cil û bergên kurdan zêde bû û em jî di atolyeya xwe de hewl didin ku vê hewceyiyê pêk bînin û wiha axivî: "Bi pêvajoya çareseriyê li herêmê her tişt normalîze bû. Em di vê heyamê de pêşniyazî her kesê dikin ku cil û bergên kurdan ên sedan salî li xwe bikin. Li Sêrtê eleqeyeke mezin heye. Ev karê ku em dikin xweşê mirovên me diçe û bala wan dikşîne. Gel kêfxweş dibe."
Dişînin derveyî welêt jî
Ûlûg destnîşan kir ku ji bo jin, mêr û zarokan her cure cil û bergên kurdan didirûn û da zanîn ku cil û bergên kurdan dişînin derveyî welêt jî.
Ûlûg axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li herêma me ji cil û bergan ji bo zarokan "bindalî" ji bo jinan 'fîstan' û 'xiftan' ji bo mêran jî 'şal û şapik' herî zêde tên wergirtin. Gelê herêmê ji wergirtina van cilan kêfxweş in. Di rabirdûyê de ji ber tehdeyê nekarîne ku li xwe bikin, lê niha bi dilrehetiyeke mezin li xwe dikin."
Ûlûg da zanîn ku cil û bergên her herêmê ji hev cihê ne û cil û bergên Diyarbekir, Şirnex, Hekarî, Wan, Şanliûrfa û Wanê jî wek hev nînin.
Bêrîvan Dayana ku cil û bergên kurdan sitandin qal kir ku her rengê cil û bergên ku li xwe dikin tê wateyekê û peyamek dide û got ku em van cil û bergan piranî di şahî û dawetan de li xwe dikin.