BATMAN
Şaredariya Batmanê, 5emîn Mihrîcana Rojên Şanoyê ya Batmanê lidarxist. Li gundê Zîlanê yê li ser navçeya Kozlûka Batmanê di roja 4emîn a mihrîcanê de, şanoya bi navê "Qimil" hat nîşandan.
Di çarçoveya mihrîcanê de peykerên zindî hatin nîşandan, gundiyan cara ewil ev dît û li pêşberî peykeran matmayî man.
Di çarçoveya bernameyê de li gundê Zîlanê lîstika bi navê "Qimil" a Mûsa Anter hat nîşandan. Anter, di Qimilê de balê dikşîne li ser jana gel û pirsgirêkên ku bi salan e hene û nayên çareserkirin, bi hewara keçikeke Sêweregî tên vegotin. Derhêneriya lîstika Qimilê Mehmet Karakaş kir û lîstik li Navenda Çandê ya Şanoyê ya Wêranşarê hat pêşkêşkirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî şanoyê da. Piştî lîstikê pirtûkên bi navê "Alfabeya Kurdî" û "Qimil" li zarokan hatin belav kirin.
Hevseroka Şaredariya Batmanê Gulistan Akel jî beşdarî şahiyan bû. Akel li vir axivî û wiha got: "Dayik, zarok û keçên me li vir ketin nav kelecaneke mezin. Em jî li hemberî vê coş û kelecanê, kelecanî bûn. Gel encax bi saya hunerê dikare ziman û çanda xwe biparêze."