ADIYAMAN
Qefleya turîstan a ku ji 34 kesan pêk tê derket Çiyayê Nemrûdê û pêşiyê bala xwe dane derketina tavê û paşê jî ayîn kirin.
Qefleya paganîst a ku ji Ermenistanê hat û li Anadoluyê digere hat Kolikê. Qefle peyatî derket Çiyayê Nemrûda ku bilindahiya wê 2 hezar û 206 mêtro ye. Hin welatiyên ermenî yên ku li navçeyê dijîn jî bi qefleyê re derketin çiyê.
Turîstan pêşiyê bala xwe dane derketina tavê û paşê jî ayîn kirin.
Turîstan di derdanên taybet de agir vêxistin û kêrên ku bi xwe re anîbûn tê de germ kirin û dest bi ayînê kirin. Ayîn di rêberiya kesê ku jê re dibêjin "Kurm" de hat kirin û dîmenên balkêş derketin holê. Ayînê qedera saetekî dewam kir û piştî ayînê hin tişt îkramî beşdarvanan kirin.
Gagîk Hayrabetyanê ku beşdarî ayînê bû daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku Nemrûd û Wan ji bo wan cihên pîroz in. Hayrabetyan destnîşan kir ku Nemrûd aştiyê temsîl dike û wiha got: "Dilê mê dixwaze ku em her sal bên vira. Di qefleya me de muzisyen, kardêr, nivîskar, bijîşk û leşkerên berê hene. Em ji bo hemû mirovan aştiyê dixwazin."