Fatih Gazioğlu
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
MUŞ
Li gundên Mûşê ji bo xwendekarên gundan şênahiya bafirokê hat lidarxistin.
Şênahî di çarçoveya Projeya Navenda Ciwanan a Mobilê bi arîkariya Wezareta Spor û Ciwanan li gundê Nadaskayê hat lidarxistin.
Midûrê Navenda Ciwantiyê yê Mûşê Murat Karataş daxuyaniyek da û wiha axivî:
"Zarokên li gund û bajerokan nikare bên navenda me. Me jî got ku em biçin gundan wan re hin çalakiyan bikin. Em îro jî hatin gundên Nadaslikê û me ji zarokan ev proje da destpêkirin. Gelek zarok bi saya vê projeyê cara ewil e wê bafirokan bifîrinin."
Midûra Dibistanê Tugba Harmankayayê ji ber vê çalakiyê got ku ew gelek keyfxeş bûn û wihagot:
"Ji bo keyfxeşbûna zarokên me ev çalakî gelek baş bû. Hatina lîderên navênde ji berpirsiyara civakî ya zarokan jî gelek baş bû. Em spasiya wan dikin."