Abdullah Tel
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
VAN
Di çarçoveya projeya "Bila Zarokên Sînema Nedîtibin Nemînin" da wê 20 hezar xwendekar biçin sînemayê.
Midurê Perwerdehiya Neteweyî yê Wanê Kiyasettîn Kirkekîn ragihand ku di çarçoveya projeya "Bila Zarokên Sînema Nedîtibin Nemînin" da wê 20 hezar xwendekar li bajarê Wanê biçin sînemayê.
Kirkekîn di daxuyaniya nivîskî weşand da got ku ji bo nêzî milyonek xwendekarên li sînemayê fîlim temaşe nekirine Wezareta Çand û Tûrîzmê, Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Komeleya Sermayedarên Salonên Sînemayê bi hev ra projeya "Bila Zarokên Sînema Nedîtibin Nemînin" dan destpêkirin.
Di daxuyaniya xwe da Kirkekîn destnîşan kir ku di vê çarçoveyê da li Wanê wê 20 hezar xwendekar herin sînemayê û herî zêde jî xwendekarên niha diçin pola 5, 6, 7 û 8an wê eleqeyê nîşanî projeyê bidin.
Proje li 81 bajarên Tirkiyeyê di rewacê da ye û li Wanê tê xwestin ku heta 22yê kanûnê 20 hezar xwendekar sînemayê bibînin.