28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ERZURUM
"Dadaş" li Erziromê dawiya hefteyê gihîştin hev û cirîta "lîstika şer a tirkan" leyîst. "Dadaş" zivistanê di bin sifrê 30 pile germ û nîv mêtre berfê da jî dev ji cirîta lîstika şer bernadin.
Dadaş dawiya hefteyê li sehayên cirîtê û derva digihêjin hev û cirît dileyîzin. Pêşî tînin hespên xwe tîmar dikin û paşê ji bo cirîtê xwe û hespên xwe amade dikin.
Hesp di wê sermayê û di nav nîv mêtre berf da bi çargavî direvin û hulm-gulm ji devê wan davêje.
Dadaş zivistanê di bin sifrê 30 pile germê da jî dev ji lîstika cirîtê bernadin.
Cuneyt Sayim destnîşan kir ku ew nêzî 10 salan e cirîtê dileyîze û wiha dewam kir: "Cirît bi behskirinê va nayê fêmkirin, divê meriv bileyîze. Di vê lîstikê da du zindî dibin wicûdek. Li tu derê dinyayê lîstikeke wiha tuneye. Adrenalîna vê sporê di tu sporê da tuneye."
Sayim got ku heft kes li aliyekî heft kes li aliyekî, bi çardeh kesan tê lîstin, seha divê dirêjahiya sehayê 140 mêtre, berahiya wê 40 mêtre be.