Fatih Gazioğlu
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê 12 ciwanên ku endamê Komaleya Esmanî û Werzişa Siruştî xwe ji kendalên gundê Îkîzderêyê bi paraşûtê firiyan.

Serokê Komaleya Esmanî û Werzişa Siruştî Osman Ograk daxuyand ku wan bi 6 pîlotan dest bi perwerdeya paraşûta berpal kiriye û wiha axivî:
"Li Şirnexê ev demek e aramî heye. Me jî got em perwedeyên paraşûta berpal bidin. Niha 6 hevalên me pîlotên profesyonel in. Şirnex û ciyayê Gabar, Cudî û Namazdagiyê ji bo spora paraşûtê ciyekî gelekî baş e. Gelek turîstên biyanî jî dixwazin bên vê derê. Înşellah em ê di demeke kin de lê vê derê dest bi peşbaziya paraşûtê jî bikin."

Endamê komaleyê Arîf Kadirhan jî got ku spora paraşûtê kêfeke gelekî mezin e. Kadirhan wiha axivî:"Li Şirnexê ji bo ev spor peşve biçe çi ji destê me bê em ê bikin. Înşellah em ê paşerojê, ew rojên nexweş jibîr bikin û em ê berê xwe bidin pêşerojê. Em ê înşellah rojên xweş bibînin."