Haydar Şahin
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
VAN
Navenda Agahiyan a Yekîtiya Ewropayê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (TSO) di çarçoveya pîrozbahiya 9ê Gulanê Roja Ewropayê da li Girava Axdamarê konsêra bi 10 zimanî da.
Ankaya Koma Muzîkê li pêşiya Dêra Axdamarê kilamên bi tirkî, kurdî, erebî, farisî, îspanyolî, îngilîzî, yewnanî, îbranîkî, latînî û ermenîkî got.

Serokê TSOya Wanê Necdet Takva di daxuyaniya xwe da got ji bo ku çandên cuda û merivên ji baweriyên cuda bên ba hev û hevdu nas bikin me biyar dabû ku çalakiyê li Girava Axdaramê li dar bixin.
Takva got Yekîtiya Ewropayê hevdîtina çandan e û wiha pê da çû: "Yekîtiya Ewropayê yekîtiya cudahiyan temsîl dike. Ji bo ku paşeroj û pêşeroja bajarê xwe temsîl bikin me binesaziyeke zehf rind danî da ku peyama yekîtiyê bidin."

Şaredarê Gevaşê Sînan Hakan jî got ku Girava Axdamarê ji bo hemû nirxên însanî bingeheke hevpar e.
Gelek kesan konsêra ji bo 9ê Gulanê Roja Ewropayê hat dayîn guhdarî kir.