Li Stenbolê "komxebata di muzîka Kurdî da mafê telîfê" hat kirin

Istanbul
Yekîtiya Pîşeyê ya Xwediyên Berhemên Musîkî ya Tirkiyeyê (MESAM) "Komxebata Pirsgirêkên Telîfê di Muzîka Kurdî da û Pêşniyarên Çareseriyê" 17ê nîsanê li Istanbul Grand Cevahir Otelê hat çêkirin.
Li Tirkiyeyê cara yekê mafên telîfê yên berhemên muzîka Kurdî yên di lehceyên Kurmancî, Zazakî, Soranî da hatin berhemanîn, ji aliyê akademîk, hiqûqî û çandî va gotûbêj li serê hat kirin. Komxebatê akademisyen, hunermend, hiqûqnas û pisporên telîfê yên ku ji dervayê welêt hatibûn, li hev civandin.
Endamê Lijneya Rêveberiya MESAMê Ferzinde Kaya, moderatoriya komxebatê birêva bir û Mehmet Alî Aygan jî pêşkêşvanî kir.
Çalakî bi silaytên kokteyl û vekirinê dest pê kir û piştra bi axaftinên protokolê û rûniştina dewam kir.
Serokê Lijneya Rêveberiya MESAMê Recep Ergul axaftina vekirinê kir û got, "Weke MESAMê ji bo ku pirê berheman bigihêjin qîmeta xwe ya ku heq dikin, me ev komxebat li dar xist. Ev mijara ku heta îro weke kêmasiyeke mezin dihat zanîn, me nikaribû em bihêlin hê zêdetir bê piştguhkirin."
Moderatorê komxebatê Endamê Lijneya Rêveberiya MESAMê Ferzinde Kaya, jî anî ziman ku muzîka Kurdî bi salan e ji mafê telîfê dûr maye û got, "Li ser navê muzîka Kurdî em rojeke dîrokî derbas dikin. Weke MESAMê mebesta me ji lidarxistina vê komxebatê; anîna pergala telîfê ye ji bo muzîka Kurdî. Emê li ser kêmasî û çareseriyên vê mijarê gotûbêjê bikin. Bila êdî ev mijar zêdetir neyê piştguhkirin."
Prof. Dr. Surwd Fouad Mohammed di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê Muzîka Kevneşopî ya Soranî û Pirsên Telîfê da, behsa taybetmendiyên pêkhateyî yê muzîka Soranî û pirsên wê yên herêmî kir.
Ji aliyê beşdarên cihê va bi sernavên weke Rehenda Navnetweyî ya telîfa Muzîkê, Cureyên Stranên Gel ên Kurdî, Mafê Milkiyeta Fikrî li Tirkiyeyê û Telîf Çareseriya Pirsgirekên di Warê Telîfê pêşkêşî hatin kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.