Rektora Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraçê der barê çalakiyên bêdestûr yên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanê hatinkirin de got “Me forûmeke navneteweyî amade kiribû, ji ber çalakiyên bi hinceta DÎŞIyê hatin kirin hejmara beşdarvanên me ji 250yî daket 100î. Ji ber fikaran gelek kes nehatin. Hin fîrmayên dê bibûna sponsor jî nebûn. Bandora bûyeran li ser hemû aliyan heye.”
Prof. Dr. Ayşegul Jale digel alîkarên rektor Prof. Dr. Aslan Bîlîcî, Prof. Dr. Mustafa Arica, Prof. Dr. Sabrî Eyîgun û Sekreterê Giştî Sekreter Mustafa Tûna bi minasebeta “Roja Rojnamegeran a Dinyayê” li otêla zanîngehê hatin bal hev û daxuyanî dan rojnamegeran.
- “Ji ber fikaran gelek kes beşdar nebûn”
Saracê got ku bandora şerê DÎŞIyê li ser hemû aliyan heye lê armanca me ew e ku bajarê me bi van bûyeran dernekeve pêş û bi potensiyala xwe ya rasteqîn derkeve pêş û wiha bê nasîn.
- "Divê hemû welat piştevaniyê bide me"
Saracê destnîşan kir ku “Me forûmeke navneteweyî amade kiribû, ji ber çalakiyên bi hinceta DÎŞIyê hatin kirin hejmara beşdarvanên me ji 250yî daket 100î. Ji ber fikaran gelek kes nehatin. Hin fîrmayên dê bibûna sponsor jî nebûn. Bandora bûyeran li ser hemû aliyan heye.”
“Hin mamosteyên me xwest ku forûmê taloq bikin. Lê me bi baweriya ‘jiyan berdewam dike, bila hemû kes bên û me bibînin’ tevgeriyan û me forûm betal nekir. Divê di vê mijarê de welatê me alîkariyê bide me. Kesên ku beşdarî forûmê bûn di heman demê de ji bo danasîna bajarê me dê bibin qasid. Lê bele bandora bûyeran ji gele herêmê bigre heta karsazên dixwazin li herêmê karxane û fabrîkayan vebikin, ser hemûyan heye.”