24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Îranê rojnamevan Zeyneb Kerîmiyan û çêkerê sînemayê Salih Dildem hatin binçavkirin.
Li ser malpera înternetê ya "Kaleme"yê hat gotin ku rojnamevana îranî Kerîmiyan ji hêla yekîneyên girêdayî Wezareta Îstixbaratê ve hatiye binçavkirin.
Hat gotin ku der barê sedema binçavkirina wê de tu agahî tune.
Kerîmiyan berê di ajansa "Mehr"ê de xebitîbû.
Ji hêla din hat ragihandin ku sînemagerê îranî Salih Dildem jî ji hêla yekîneyên girêdayî Wezareta Îstixbaratê ve hatiye binçavkirin.
Der barê Dildem de meha borî Serdozgeriya Tehranê ji ber hinceta "li hember rejimê propaganda kirin û li hember ewlehiya neteweyî çalakî kirin" biryar dabû ku ew bê binçavkirin.
Dildem demek berê jî ji ber çalakiyên propagandayê hatibû binçavkirin.