Bendêne ku Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê vê heftê rapora Teşkîlata Agahîhildanê ya Navenda Amerîkayê (CIA) ya der barê teknîkên jêpirsîn û binçavkirinê ya li ser bersûcên terorê (yên piştî êrîşên 11ê îlonê) eşkere bike.
Ji ber ku bendêne rapor ji raya giştî re bê eşkerekirin tevdîrên xurt tên hildan ku li welêt êrîşên terorê neyên kirin.
Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê de hat gotin ku piştî rapor bê eşkerekirin dibe ku li Amerîkayê bertekên tund bên nîşandan. Dîsa hat gotin ku ji ber vê Amerîkayê ji balyozxaneyên xwe xwest ku tevdîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin û ji bo bertekan amade bibin. Hat ragihandin ku bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Afrîkaya bakur bendêne ku bertekên mezin bên nîşandan.
Heke guherînek çênebe Seroka Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê Dîanne Feînsteîn îro an sibê wê raporê eşkere bike. Tê çaverêkirin ku di raporê de jêpirsînên CIAyê yên veşartî, teknîkên jêpirsînê yên ku heta niha qet nehatine bihîstîn û hurgiliyên ku mirovan metel dihêle hene.