ANKARA
Komekê li Kizilayê ji bo jineke ku hat gotin di şerê li Kobanê de mir, bêyî destûrxwestinê konê şînê vegirt, lê polêsan midaxaleyî komê kir û 16 kes binçav kirin.
Komekê li Kizilayê ser kolana Yukselê ji bo Sîbel Bulutê, bêdestûr konekî şînê vegirt. Polês hatin cem komê, hişyarî da wan û midaxaleyî komê kir.
Ji komê 16 kesên ku duruşme berz kirin hatin binçavkirin û kon jî rakirin.