İbrahim Atmaca,Nihat Kavşut,Türkan Tosun,Önder Beyter
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Dengbêjî bingeha zargotina kurdî ye û ji bo ku neyê jibîrkirin li Diyarbekirê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê "Mala Dengbêjan" hat vekirin û dengbêj li vê derê dicivin û distirên.
Di stranên dengbêjan da qala evîn, siruşt, êş û kederê tê kirin û piraniya stranan li pey kesên ku dimirin tên gotin û ji van ra jî zêmar tê gotin. Ji bo ku nifşên nû jî dengbêjiyê hîn bibin, li bajêr ev huner tê îcrakirin. Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Sûrê maleke dîrokî kiriye "Mala Dengbêjan" û dengbêj li vê derê tên bal hev.
Dengbêj di hefteyê da 6 rojan dicivin û distirên bi sewta qirikê hunera xwe îcra dikin. Di dîwana dengbêjan da dengbêj kevneşopiya hezar salan didomînin û gelê herêmê û tûrîstên ku bajêr ziyaret dikin jî eleqeyeke mezin nîşanî dengbêjan didin.
Kesên ku dibin mêvanê "Mala Dengbêjan" guh didin kilamanên ku agir bi dila dixe û kela wan tije dibe. Hin kes jî bi têlefona xwe van kilaman qeyd dikin.
Dengbêjên berê gund gund digeriyan, lê niha jî li mala dengbêjan dicivin û kilamên xwe dibêjin. Hin dengbêj her çend kal bûbin jî dev ji vê kevneşopa bav û kalan bernadin û ji bo ku ev kevneşop dewam bike, stranên xwe distirên.
- "Bila çanda dengbêjiyê ranebe"
Ji dengbêjan Mehmet Tanriverdiyê 71 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bavê wî jî dengbêj bû û ew jî di çanda dengbêjiyê da mezin bû.
Tanriverdî destnîşan kir dengbêjî ji bavê xwe hildaye û wiha got: "Dengbêjî huner e. Kesên ji kurdî fehm nakin jî dema guhdarî dikin tesîr li ser wan çêdibe."
Tanriverdî diyar kir nifşên nû jî eleqeyeke mezin nîşanî dengbêjiyê didin û wiha got: "Bila çanda dengbêjiyê ji holê ranebe. Ji Asya, Ewropa û Afrîkayê jî gelek kes tên guhdariya me dikin."
- "Em li benda mêvanên xwe ne"
Alîcan Îpek destnîşan kir her herêm xwediyê taybetiyên xwe ye û got dengbêjî di nav çanda kurdan da dereke girîng digire.
Îpek diyar kir ji zarokatiyê da dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha xeberda: "Dema em zarok bûn di dewet û civatan da dengbêj hebûn. Em ji wan hînî dengbêjiyê bûn. Peyra me dest pê kir û demê ra kemilîn."
Îpek destnîşan kir dengbêjî çandeke girîng e û wiha got: "Lê niha kêm dengbêj derdikevin. Bila çanda me wenda nebe. Em sipasiya şaredariyê dikin ji bona xwedî li dengbêjiyê derdikeve. Em li benda mêvanên xwe ne."
- "Derfet û îmkanên şaredariyê ji bona me bû firsend"
Hasan Bilîcî diyar kir berê nikaribûn bi dengbêjên herêmên din ra bên bal hev.
Bîlîcî anî ziman şaredariyê derfeteke wiha baş daye wan û gelek dengbêjan hevdu li vir nas kiriye, ji ber ku welatî tên guhdariya wan dikin ew kêfxweş in.
- 5 bira jî dengbêj in
Cemal Tanriverdî (63) jî got ew bi malbatî dengêj in û wiha axivî: "Bavê min dengbêj bû, emê vê çanda xwe ya ku ji bavê me maye, dewam bikin. Yên ku me guhdar dikin kêfxweş dibin. Me berê di dawetan de dengbêjî dikir. Ji bo ku ev çand ji holê ranebe em diçin gundan kilaman dibêjin."
Zafer Kahramanê li Mala Dengbêjan wek mêvan dengbêjan guhdar dike got ew ji Wanê hatiye Diyarbekirê ku ji xwe re bigere û wiha axivî: "Dengbêj hestên kurdan pir baş tînin zimên. Çandeke berê li vir dewam dike û divê ev der bê nasandin. Divê li dervayî welêt jî bê nasandin. Muzîka din paşê kete jiyana me lê dengbêjî her tim hebû. Kilam ji me ra wek lorikan bû. Divê her kes werê li vir dengbêjan guhdar bike. Yên ku kurdî nizanin jî li vir hene, ev huner xweşa wan jî diçe."
- "Em wan wekî hunermendên mêvan diezimînin"
Midûrê Çandê yê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê Azîz Altunboga destnîşan kir ku şaredariyê maleke dîrokî amade kir ku dengbêjî lê dewam bike û neyê jibîrkirin.
Altunboga diyar kir ku berhemên hunerî yên dengbêjiyê li ser zarê dengbêjan digihînin nifşên din û wiha got, "Di dengbêjiyê da wekî tema evîn, qehremanî û hêmanên dînî derdikevin pêş."
Altunboga got ku ew wekî Şaredarî hewl didin ku ev çand wenda nebe û neyê jibîrkirin û wiha xeberda, "Li ser vê baweriyê, me dengbêjên ku pîşeyên wan cuda ne û herwiha karker, rencber, esnaf û karmend in anîn cem hev. Herwisa di hefteyê da 6 rojan Mala Dengbêjan vekiriye. Ji nava welat û ji dervayî welat tûrîst tên seredana vir. Kesên tên vir, vê derê pir diecibînin û pesna vê kirina me dikin. Em ji organîzasyonên li vir ra dîwan dibêjin. Em wan wekî hunermendên mêvan diezimînin. Her dengbêjekî me mehê beşdarî 4 dîwanan dibe. Ev huner, bang û xîtabî dil û cergê mirov dike, mirov li ber dengê dengbêjan hejmet dimîne û dihele."