28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Tendûrên ku bi salan e him ji bo nan petinê û xwegermkirinê tên xebitandin, di nav mîrata çandî ya mirovahiyê de cih digre.
Gelek malbatên ku terka gundê xwe kirine û li Sûra navçeya Diyarbekirê li taxa Çarikliyê dijîn bi çêkirina tendûran ve debara xwe dikin.
Tendûrên ku bihayê wan di navbera 50 û 150 lireyî de diguherin bi kîl, ka û mûyê bizinan ve tên çêkirin.
Jinên ku tendûran çêdikin serê sibê dest bi xebatê dikin û rojê 2 an jî 3 tenduran çêdikin. Firoşkerên ku tendûran dikirin dibin li herêmê difroşin.
- 22 sal in bi çêkirina tendûran debara xwe dike
Fahriye Zengînogluya 66 salî ji nûçegihanê AAyê re got ku ew 22 sal e bi çêkirina tendûran debara xwe dike û wiha axivî: "Ji ber ku ez pîr bûme taqeta min tune ku ez heriyê çêkirim. Qîza min û bûka min heriyê çêdikin û ez jî tendûrê datînim. Ez rojê 3 tendûran çêdikim. Havînê ji ber ku zû ziwa dibin, di demeke kin de amade dibin. Heta ku zarokên min mezin bûn min debara me bi çêkirina tendûran kir. Ez hîn bûme û naxwazim li malê vala rûnêm."
- Ji ber terorê firotina tendûran kêm e
Nurettîn Kabak jî got ku jinên malbata wî tendûran çêdikin û ew li Meletiyê, Batman, Şirnex, Silopî, Cizîr û bajarên din tendûran difroşe.
Kabak got ku ji ber terorê firotina tendûran kêm bûye û wiha axivî: "Berê rojê 10 tendûr dihatin firotin, lê niha 2 an jî 3 heb tên firotan. Rewşa me zehmet e, em aştiyê dixwazin. Li Cizîrê, li Silopiyê mirov nemane, hemûyan koç kiriye. Mirov perîşan bûne, wê tendûrê çi bikin?"
Kabak got ku nanê ku di tendûrê de tê petin pir bi tahm e û çend rojan kartî nabe.
Abdullah Çelîkê ku ji bo kirîna tendûran ji Batmanê tê Diyarbekirê jî wiha axivî: "Ez tendûran li kamyona xwe bar dikim, gund gund digerim difroşim. Ez debara xwe wisa dikim. Li herêmê gel nanê tendûrê hez dike."