04 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
MUŞ
3yemîn Festîvala Laleyan a ku li navçeya Korkutê pêk hat, ji ber bûyerên terorê yên li tevahiya welat geş derbas nebû.
Festîvalê bi meşa di nava zeviyan da dest pê kir û bi dîmena lîstikên gelêrî ya li navenda navçeyê va dewam kir.
Salên berê gelek kes beşdarî festîvalê dibûn, lê îsal tukes nehat vexwendin.
Şaredarê Korkutê Haşîm Arik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber bûyerên terorê yên ku li welêt diqewimin, wan beşa şahiyê ya festîvalê teng kir.
Arik bal kişand ji ber ku festîvalê rengekî kevneşopiyê wergirtiye, loma wan li dar xist û wiha dewam kir, "Ji ber bûyerên li welêt, teqîna li Bursayê û fealiyetên dawîn ên terorê wijdana min rehet nîne, me beşa muzîk û şahiyê ya festîvalê teng kir. Ez hêvîdar im ku ev bûyerên ku li Tirkiyê diqewimin, dubare nebin."
Qaymeqamê Korkutê Abdulganî Mag, Şaredarê Mûşê Feyat Asya, Şaredarê Haskoyê Mursel Ozen, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Namik Ergun, welatî û xwendekar beşdarî festîvalê bûn.