Ferizat Kaya
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
MUŞ
Di çarçoveya projeya Diyarkirin û Pêşvebirina Potansiyela Jeotermal a Mûşê, ji bo nexşeya ava germ a bajêr bê derxistin, dest bi xebatan kirin.
Di çarçoveya projeya bi hevkariya Estîtuya Teknolojî ya Bilind a Îzmirê, Zanîngehên Mûş Alparslan, Dokuz Eylul û Nîgde Halîs Demîr tê kirin de, ji bo nexşeya ava germ a bajêr bê derxistin, dest bi xebatan kirin.
Zanyar ev 4 roj in li navend û navçeyên Mûşê ji avên germ nimûneyan digrin û dipîvin.
Midûrê Navenda Sepan û Lêgerîn a Vejenê ya Enstîtuya Teknolojî ya Bilind a Îzmirê Prof. Dr. Alper Baba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca wan ew e ku saziya tektonîk a bajêr derxin holê.
Baba got ku di merheleya duyemîn de wê saziya pergala di binê erdê de tespît bikin û di merheleya sêyemîn de jî dest bi xebatên sondajê bikin.
Midûrê Navenda Sepan û Lêgerîna Erdhejê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Hasan Sozbîlîr jî got ku, dixwazin ku têkiliya di navbera ava ger û xetên fayê derxin holê û bi saya vê jî bigihêjin ava germ.
Sozbîlîr got ku armanca wan e ku di dawiya xebatê da ji ava germ a Mûşê feydeyê bibînin û wiha pê de çû: " Li vira di navbera fayên zindî û vejena jeotermal de rasterast têkilî heye. Em der barê van fayan de agahiyan berhev dikin."