AAyê ji bo pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî dest bi xebatan kir.
Tê çaverêkirin ku wênekêşên herî baş ên dinyayê beşdarî Pêşbaziya Wêneyên Nûçeyan a Navneteweyî ya Îstanbolê ya ku Ajansa Anadoluyê li dar dixe bibin.
Juriya ku ji edîtorên ku di dinyayê de tên nasîn, weşanger û wênekêşên navdar pêk tê dê wênekêşên herî baş hilbijêre. Herwiha wênekêş bi wêneyên xwe yên ku di 2014an de kişandin dê beşdarî pêşbaziyê bibin.
Wêne dê di kategoriyên wêne, xeber tekîl, xeber serî, spor tekîl û xelata taybet de beşdarî pêşbaziyê bibin.
Beşdarvan dê wêneyên xwe li ser malpera dê hefteya bê dest bi weşanê bike bişînin. Wênekêş dikarin di navbera 1ê mijdara 2014 û 9ê kanûna paşîn 2015an de bişînin.
Encamên hilbijartinê di 15ê adara 2015an de dê bên eşkere kirin û dê di nîsan 2015an de jî li Îstanbolê merasimek bê lidarxistin û xelatên wênekêşan li vir bên belavkirin.