11 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
BITLÎS
Hat ragihandin ku li Bidlîsê "Sempozyûma Bidlîsê ya Navneteweyî ya Duyemîn" wê bê kirin
Komeleya Fikr û Akademiya Bidlîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Koma Xebatê ya Fikr û Akademiyê wê îsal "Sempozyûma Bidlîsê ya Navneteweyî ya Duyemîn" li dar bixe.
Hat gotin ku sempozyum bi sernava "Kurd, Bajar, Bajarîbûn, Pirsgirêk û Perspektîfên Wê" ve wê di 26-27ê adarê de bê kirin. Ji zanîngehan akademisyen û nivîskar wê beşdarî sempozyûmê bibin û bernameya wê jî ji hêla Komeleya Fikr û Akademiya Bidlîsê ve wê paşê bê diyarkirin.
Kesên bixwazin dê bikaribin beşdarî sempozyûma ku wê du rojan dewam bike, bibin.