Fatih Gazioğlu
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 12 Gulan 2019
Şikeftên Bazdanê yên ku xwedî dîrokeke qasî 2 hezar salan û di Lîsteya Berwext a Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digrin li hêviya mêvanên xwe ne.
Şikeftên Bazdayê li bakurê Herana navçeya Rihayê ye û ji navçeyê qasî 19 kîlometreyan dûr e. Li gor texmînan şikeft di heyema Împaratoriya Romayê hatiye çêkirin.

Serokê Kolandinên Heranê û Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku herêm ji hêla dîrokî va ciyekî zehf girîng e.
Onal got ku şikeftên Bazdayê demekê wekî kana madenê jî hatine bikaranîn û wiha axivî:
"Ev der 2 hezar sal berê wekî kana madenê hatiye bikaranîn. Li herêmê gelek avahî bi kevirên ji şikeftê derxistine hatine çêkirin. Ji bilî vê merivan ji bo xwe ji tavê, germahiya zêde biparêzinev ev şikeft emilandiye. Li derûdorê şikeftê û li ser rêya wê jî gelek ciyên dîrokî hene. Kerwanseraya Xan el-Barurê, Bajarê Antîk yê Şueyb, Sogmatar jî li ser vê rêyê ne. Ji ber vê herêm bala turîstan jî dikşîne."
Ji welatiya Ahmet Kudak jî got ku divê ev der ji turîzmê ra bê vekirin û veberhênan li herêmê bên kirin. Kudak got gelek turîst tên herêmê û wiha axivî:
"Gelek meriv tên herêmê. Wêneya dikşînin û ji xwe re seyranê dikin. Daxwaza me ew e ku rayedar jî bila eleqayê nîşanî herêmê bidin. Eger binesaziyeke baş li vê derê bê avakirin wê çaxê pirsgirêka bêkariyê jî wê bê çareserkirin."