HEWLÊR
Hunermend Şivan Perwer der barê vegera xwe ya Tirkiyeyê de destnîşan kir ku piştî serdana xwe ya li Diyarbekirê, heke şert û mercên baş pêk werin dê vegere Tirkiyeyê. Perwer diyar kir ku yên naxwazin vegere hene û wiha got: "Tirk qane bûn, îcar divê kurd qane bibin."
Perwer li ofîsa xwe ya xebatê ya li Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo vegerê ji aliyê dewletê ve tu astengî tuneye û dozên ku der heqê wî de hatine vekirin jî çareser bûne.
- "Şert û merc pêk werin ez ê vegerim"
Perwer wiha axivî: "Ez li bendê me ku şert û merc piçekî din normalîze bibe. Şert û merc pêk werin ez ê vegerim. Ez naxwazim kes ji min bixeyide. Heke hin kes fikrên xwe yên statukoyê biteriqînin ez ê vegerim. Niha hin astengiyên siyasî û sedem hene. Tirk qane bûn, îcar divê kurd qane bibin."
Perwer bi bîr xist ku li ser vexwendina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hat Diyarbekirê û got ku hin derûdor vê serdanê li dijî min bikartînin û wiha peyivî: "Ji bo ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê bi Birêz Mesûd Barzanî re çûm Diyarbekirê. Lê ji vê aciz bûn û gotin çima me bang kirî û ew nehat. Tu axa yî? Niha ev qala azadî, demokrasî û aştiyê dikin. Em ji bo aştî û demokrasiyê hatin. Ez ji bo her kesî hatim Tirkiyeyê. Tenê ji bo kesekî nehatim. Hatina min a Diyarbekirê ji bo konser û pere qezenckirinê nebû."
- "Armanca min ew e ku xizmeta aştiyê bikim"
Perwer destnîşan kir ku armanca wî ew e ku xizmeta aştiyê bike û wiha axivî: "Yê ku aqilê wî hebe dê bertekeke erênî nîşanî hatina min bide. Ez ji bo ku kurd û tirk pevbiçin neçûm, ji bo ku li hev bên çûm. Çima bertek nîşan didin. Dibêjin pêvajoya aştiyê û çareseriyê, em li çepikan dixin û tên. Silav didin û dibêjin bi xêr be. Na, dibêjin, tu ji bo me nehatî. 10 sal e hikûmet bangî min dike. Min digot ku ez bêm, ez ê bêm Diyarbekirê. Em şer bikin an xizmeta aştiyê bikin. Helbet aştî jî li ser wekheviyê ava dibe. Em ê van tiştan bibêjin. Heke wekhevî tunebe, biratî jî nabe. Divê bira qedrê bira bizanibe."
- "Hûn jî piçekî xwe biguherînin"
Perwer diyar kir ku her çiqas li dijî wî propagandayên neyînî bên kirin meşandin jî ji aliyê ciwanên kurd ve tê hezkirin û wiha got: "Tenê hin rexneyên min hene, dibêjim piçekî biguherin. Dinya diguhere, hûn jî piçekî biguherin. Tim polîtîkaya qirêj a li Rojhilata Navîn nemeşînin. Hûn dibêjin polîtîkaya qirêj, lê heman tiştî hûn dikin. Wiha nekin, piçekî biguherin, ez vê rexne dikim."
- "Tiştên ku dibêjim ji bo xêra tirk û kurdan e"
Pewer wiha got: "Bila her kes wek mirovan bijî. Ev welat yê her kesî ye. Divê her kesî hemiz bikin. Tirk, kurd, laz, çerkez, ereb, her kes bila bi nirxên xwe bijî. Hin naqoqîkiyên siyasî dê tim hebin. Bêyî ku em şer bikin, wek dost û bira pirsgirêkan çareser bikin.Tiştên ku dibêjim ji bo xêra tirk û kurdan e."
- "Ez guh nadim gefxwarinan"
Perwer li ser pirsa 'Tirsa te heye?' jî wiha got: "Ez Şivan Perwer im. Tu wextê netirsiyam. Bi hemû hêza xwe derketim holê. Mirov ya dimire ya tê kuştin. Min her tiştî daye ber xwe. Lê tu wextê netirsiyam û natirsim. Tirsa min ew e ku gelê min negihêje aştî û azadiyê. Ez ji welatê xwe hez dikim, evîndarê welatê xwe me. Ev hezkirin û eşq rê nade tirsê. Ji ber vê jî ez guh nadim gefxwarinan."
Perwer diyar kir ku tenê şevek li Diyarbekirê ma û wiha got: "Min ne konser da û ne jî sitran got. Ez bêriya azadiyê dikim, bêriya diya xwe dikim, dê ji her tiştî girîngtir e. Dixwazim biçim ser mezelê diya xwe. Bêriya gundê xwe dikim."
- "Dê siyaseta statukoperest wenda bike"
Perwer li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û destnîşan kir ku dê siyaseta statukoperest wenda bike û wiha got: "Ev kes niha zirarê didin Tirkiyeyê. Tirkiye bi demsal, erdnîgarî û tûrîzma xwe ve welatekî hêja ye. Tenê em bibin dost û bixebitin, heke em bixebitin, dema me yê şer û pevçûnê namîne."
- "Divê Serokwezîr pîroz bikin"
Perwer der barê serkeftina di hilbijartinên herêmî de jî wiha axivî: "Digel êrîşên ku hatin kirin dîsa jî bi ser ket. Xuyaye ku daxwaz û hêviyên gel bi cih tîne. Ji ber vê jî divê Serokwezîr pîroz bikin, heke pîroz nekin eyb e."
Şivan Perwer li ser pirsa 'Daxwazeke we ji Serokwezîr Erdogan bû yan na?' jî wiha got: "Min jê rica kir ku bila sozên ku dane bi cih werin û divê pêvajoya çareseriyê berfirehtir bibe. Wî jî sedema nehatina min pirs kir. Min jî got heke şert û merc pêk werin ez amade me ku xizmetê bikim."