HEWLÊR
Lijneya ku di nav de humermendê kurd Şivan Perwer û hin hunermendên din hebûn, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kir ku Şengala (Sîncar) navçeya Iraqê û Kobanêya navçeya Sûriyeyê (Eyn el-Ereb) ji êrîşên DÎŞIyê biparêze.
Perwer, li ber ofîsa NYyê ya li Hewlêrê digel hunermendên iraqî yên kurd hat bal hev û li vir daxuyanî dan. Perwer di daxuyaniyê de îfade kir ku NY rêxistina hemû dewletan e û herwiha rêxistina kurdan e jî û wiha berdewam kir: "Daxwaza me ji NYê ew e ku me jî temsîl bike. Em bi vê mebestê hatin vê derê. Armanca me protestokirin nîne. Divê NY li kurdên dîl ên şer xwedî derkeve û mafên wan biparêze."
Perwer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku, şer hertim dibe sedema xirabî û wêranbûnê û tu caran nabe wesîleya başiyê û wiha pê de çû:
"Pêdiviya hemû gelan bi aştî û azadiyê heye. Dewlemendiya li ser erdê û bin erdê ya li Rojhilata Navîn, têrî hemû kesan dike. Divê hemû kes ji vî şerî re bibêjin bes û li hemberî şer derbikevin. Bi taybetî gelê kurd her tim di nav şer û pevçûnan de ye. Lê belê rêxistina DÎŞIyê anha ji bo hemû dewletên dinyayê hêzeke xetere ye. Gelê kurd di eniyan de li hemberî DÎŞIyê şer dike û divê ji ber vê yekê hemû kes alîkarî bidin gelê kurd."
Piştî Perwer hunermendên din jî axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurd him li Sûriyeyê him jî li Iraqê di nav şer de ye û daxwaza me ew e ku hêzên navneteweyî çi hewce dike bikin. Perwer digel hunermendên din di vê navberê de carinan sitran gotin û çalakiya xwe bi sitranan rengîntir kir.
Piştî çalakiyan nameya ku tê de teleb û daxwazên hunermendên kurd nîvîsandî bû pêşkêşî erkdarên NYê hat kirin. Di nameyê de wiha hat nivîsîn: "Heke Kobanê bikeve û li herêmê qetlîam çêbe berpirsiyar NY, NATO û hêzên din ên navneteweyî ne."