KARS
Walîtiya Qersê avêtina topa ewil ev 9 sal in wek kevneşopiyekê didomîne.
Tacettîn Durmuş îsal jî agirê topa ewil ya fitarê ya Tirkiyeyê bê avêtin pê xist. Tacettîn Durmuşê ku agirê topê vêxist, xwediyê "belgeya agirdêriyê" ye û di heman demê de rojnamevan e jî.
Walî Eyup Tepe daxuyaniyek da rojnamevanan û got ji ber ku fitara xwe ya ewil li hewşa Mizgefta Ewliyayê vekiriye, kêfxweş e.
Tepe dest nîşan kir ku ji bo mirovên Anadoluyê hewayeke manewî ya vê qadê heye.
Tepe got, ji ber ku min li cihekî wiha xwedî manewiyat fitara xwe ya ewil bi hemwelatiyên xwe re vekir, ez serbilind im. Ez bi vê wesileyê di serî de remezana hemwelatiyên me yên Qersî, ya hemû alema îslamê pîroz dikim.
Welatiyan jî fitara xwe li hewşa mizgeftê di konê fitara xwe xwarin.