31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê ye êrîş birin ser xetên eniya muxalifan û wargehên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê cih digirin. Hat gotin ku di êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê li dar xistin da du jê zarok 5 sivîlan can da.
Rejima Esed bi top, roket û hewanan va êrîşî gundên Ebu Hebbe, Merand, Naciye û Kebineyê û Girê Kebîneyê yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ne, kir.
Li gor navenda çavdêriya balafirê ya muxalifan balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî ser bajaroka Kefrenbîlê û gundên Fatire, Derkuş û Hasê yên Îdlibê û Kebîneya gundê Lazqiyeyê kirin.
Midûrê Parastina Sivîlan a (Kesên Kum Spî) Îdlibê Mistefa Hac Yûsif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşên balafirên şer ên ku serê sibehê dest pê kir û ber bi nîvrojê va zêde bû da 5 sivîlan can da.
Hac Yûsif ragihand ku di êrîşa li ser navçeya Kefrenbîrê da 2 jê zarok 3 sivîl û tevlî yên li gundên Fatîre û Hasê jî bi tevahî 5 sivîl hatin kuştin.