Önder Beyter
14 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2018
HATAY
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) çeperên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên li Efrîna girêdayî parêzgeha Heleba Sûriyeyê da ber guleyên topxaneyan.
Yekîneyên topxaneyan yên li ser sînorê Sûriyeyê gelek çeperên PYD/PKKyê yên li Efrînê dan ber guleyên topan.
Yekîneyên TSKyê ji navçeyên Hatayê Hassa û Kirikhanê herî kêm 40 carî li dijî herêmên Efrînê Basûfan, Cinderes, Memelan, Meskenlî û Racoyê topxaneyên xwe agir kirin.
Duh nîvro dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kongreya Asayî ya 6emîn a AK Partiyê ya Parêzgeha Elazigê peyamên têkoşîna dijî rêxistina terorê ya li Sûriyeyê da, topxaneyên TSKyê jî çeperên rêxistinê yên li Efrînê dabûn ber guleyan.