GAZİANTEP - KAAN BOZDOĞAN - ADEM YILMAZ
Li Enteba germ, di şikefta ku veguherandine kafeyê de ji bo kesên dicemidin, sobeyên ceyranê tên vêxistin.
Şikeftên ku mezinahiya wan li ser 750 qeremêtro ne, di sala 1557an de wek kana keviran û piştre jî di parastina Entabê de wek kîlerên xwarinê û cebilxane hatine bikaranîn. Ev şikeftana bala tûrîstan gelek dikişînin. Mehmet Kaleoglu jî sê sal ewil şikeftek restore kir û kire kafe. Li gor Kaleoglu, şikeft germahiyê diparêze û wek klîmaya xwezayî ye.
Kaleoglu diyar kir ji bo ku gel hênik bibe tên şikeftê û wiha axivî: "Gelek mirov tên li vir. Germahiya li vir 25 derece ye. Muşteriyên me dibêjin ku em serma digirin. Ji ber vê em sobeyê vêdixin. Di heman demê de germahiya findan jî çêdibe. Mirov dibêjin ku me cihekî wiha nedîtiye. Ev der bi wan pir xweş tê."